Şîrovekarê siyasî û sernivîserê Netkurd, Mûrad Ciwan, dibêje ku piştî bûyerên Şemzînan û Entabê, hin hêz hene ku dixwazin pevçûnek li navbera Tirkiye û Kurdên Sûriyê derkeve.
Birêz Ciwan dibêje ku Sûriye, Îran û Hizbullah ne razî ne ku helwêsta Partiya Yekîtiya Demokrat li helwêsta Kurdên din nêzîk dibe û dixwazin ku “PYD û Tirkiye têkevin nav pevçûnekê.”
Birêz Ciwan herwiha got ku “PYD hêdî hêdî wê ji cebha Îran, Sûriye û Hizbullah vekêşe.”
Şarezayê siyasî herwiha dibêje ku ne di berjewendiya Kurdan de ye eger alozî û êrîş berdewam bin.