Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Enqerê û Stenbolê bi Sedan Kes bo Şîngirtina Mursî Derketin Kolanan


Bi sedan alîgirên Biratîya Misilman (Îxwan) bo şîngirtina serokê berê yê Misirê Mihemed Mursî îro li bajarên Enqerê û Stenbol yên Tirkîyê derketin kolanan û jiber mirina wî rêvebirîya Qahîrê şermezar kirin.

Dora 500 kes li rêya pêş Balyozxaneya Misirê ya li Enqerê ji trafîkê re girtin û li wir nimêja nîvro kirin.

Xwepêşanderan dirûşmên wek “Mêrkuj Sîsî, şehîd Mursî” bilind kirinû nivîsên wek “Darbekar dê werin tîkbirin” rakirin ku mebesta wan ladana Mursî ji desthilatê bû.

Li Stenbolê jî bi sedan kes li taxa Fatîh civîn û merasîmeke sembolîk jibo Mursî pêk anîn.

Mursî roja Duşemê li dadgehê jîyana xwe ji dest dabû û doktoran ragihandibû ku li ser laşê wî ti birîn nehatiye dîtin.

Mursî, bi darbeya General Abdulfetah El Sîsî ya sala 2013’an ji desthilatê hatibû gêr kirin û dû re hatibû zinda kirin.

Ew, di 30’ê Hezîrana 2012’an de, piştî ku Husnî Muhabarek ji desthilatê çûbû, wek serokomarê Misirê hatibû hilbijartin.

XS
SM
MD
LG