Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Netewên Yekgirtî: DAIŞ 550 Malbatan li Musil Dike Mertalên Zindî


Ajansa Reuters roja Înê ji Genevre ragihand ku, çekdarên Dewelta Îslamê (DAIŞ) li bajarê Musil 550 malbat girtine û ewê wan weke mertal di şer de bikar bînin.

Gotebêja bi navê Ofîsa Mafên ya Netewên Yekgirtî Mirov Ravina Shamdastan da xuyakirin ku, DAIŞê ji herêm û gundên dewrûberên Musil ev 550 malbat girtine û ew li nêzîk bingehên xwe kom kirine da ku, wan weke mertalên şer di şerê bajarê Musil de bikar bîne.

Herweha berdevka Ofîsa mafên Mirov ya NY, Shamdastani, li gur nûçeyên bawerpêkirî ji herêmê radigihîne ku, DAIŞê dîsan 40 kesên sivîl li gundekî dewrûberên Musil gullebaran kirine.

XS
SM
MD
LG