Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îraq: Rojhilatê Mûsil bi Temamî ji DAIŞê Hat Paqijkirin


Hêzên Taybet yên Leşkerê Îraqê, di nava bajarê Mûsil de

Fermandarê saziya dijî terorê li Îraqê, roja Çarşemê ragihand ku, aliyê rojhilatê Mûsil ji aliyê hêzên wan ve bi temamî ji çekdarên DAIŞê hatiye kontrolkirin.

Serfermandar Talib Şexatî, yê berpirs ji saziya jinavbirina terorê li Îraqê roja Çarşemê li bajarê Mûsil jibo rojnamevanan ragihand ku, saziya wan aliyê rojhilatê çemê Dîcle ji destên DAIŞê der anîye, saziya dijî terorê li Îraqê weke hêza pêşîn ya rizgarkirina bajarê Mûsil tê dîtin, êrîşên rizgarkirina Mûsil berî 3 mehan hatine destpêkirin.

Jeneral Şexatî herweha da znaîn û got" Îro em ahengan digêrin jiber rizgarkirina aliyê rojhilatê Mûsil", niha leşkerê Îraqê li bakûrê bajar şer dike û rizgarkirina aliyê rojava dê gelek bi sanahî tir be yê kû niha li jêr kontrola DAIŞê de ye.

Berpirsên leşkerî berî niha got bûn, aliyê rojava dê bi zehmetir be, jiber ku xwecihên bajarî piranî li wî alî ne û şêniyên wê pitirin.

Berî kontrolkirina aliyê rojhilat ji aliyê leşkerê Îraqî de, hêzên hevpeymanan bi serkêşiya Amerîka êrîşên esmanî li dij bajarê Mûsil xûrt kir bûn û pirên liser çemê Diîcle yê ku, bajar dike du beş hatbûn têkdan da kû DAIŞ nikar be alîkariyan jibo aliyê rojhilat vegûhêze.

Hêzên Îraqê di êrîşên bajarê Mûsil de hatin parve kirin, leşekr û hêzên taybet û yekîneyên Polîsan li rojhilat û bakûrê rojhilat êrîşan berdewam dikin, herweha saziyê dijî terorê li rojhilat û hêzên polîsên Fedral li başûrê bajar dimînin, leşkerê Îraqê di daxûyaniyek xwe de dibêje yekîneyên wan ber bi taxê Al-Qaziye 2 û Al-Erebî ve diçin li bakûrê bajarê.

Serok hikûmetê Îraqê Haider Abadî, şevê din ragihand ku, hêzên leşkerê Îraqê aliyê rojhilatê Mûsil bi temam rizgar kirye bê ku datayên zêdetir bide.

XS
SM
MD
LG