Lînkên eksesibilîtî

Piştî Rizgarkirina Mûsilê jî Êzîdîyên Wenda Nehatine Dîtin


Dema havîna 2014'an çekdarên DAIŞ'ê êrîş anî ser Şengal û herêmên dewrûber, bi hezaran keç û jinên Êzîdî wek koleyên seksî bi xwe re birin û bi hezaran xort, zilam û zarokên Êzîdî wenda kirin.

Hêvîya kes û karên qurbaniyên destê DAIŞ'ê ew bû ku bi rizgarbûna bajarê Mûsilê, kesên girtî jî vegerin nava malbatên xwe.

Lê, piştî ku Mûsil bi temamî hat rizgar kirin, heta niha bi tenê 30 Êzîdî hatine rizgar kirin.

Hûsên Qayîdî, rêvebirê sazîya karûbarên rizgarbûyan li Duhokê dibêje ku pir hindik kes li Mûsilê rizgar bûn.

"Berê li ba me pêzanîn hebûn ku hejmareke zêde ya Êzîdî li Mûsilê mane, lê mixabin leşkerên Îraqî ev yek li pêş çavan negirtin û tenê kesek jî bi operasyonên leşkerî nehatiye rizgar kirin."

Qayîdî herwiha got ku tirsa wan ev e ku piştî rizgarkirina Reqa jî girtîyên Êzîdî neyên dîtin.

XS
SM
MD
LG