Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

DAIŞ li Mûsilê Êrişî Hêzên Îraqê Dike


Dîmenên bombebaran bajarê kevin yê Mûsil
Dîmenên bombebaran bajarê kevin yê Mûsil

Piştî 36 sa'tan ji ragihandina rizgarkirina bajarê Mûsil, çekdarên DAIŞ'ê carek din li Mûsila kevin êrişî hêzên Îraqî kir.

Weke ajansa Reuters dibêje, çekdarên dewelta Îslamê "DAIŞ"ê yên di nava bajarê kevin de mabûn, roja Çarşemê êrîşî hêzên ewlekarîya Îraqê kirin.

Welatiyekê Mûsilê yê bi navê Fehid Xanim (45 salî) dibêje, herçende rizgarkirina bajêr berî du rojan hatîye ragihandin, lê dîsan xelkê Mûsil di nav atmosfêra şer de dijîn, welatiyekê din dibêje, nîv kîlomter dûrî me peqînekê dûnya hijand.

Welatîyan bi riya telefonan dan zanîn ku, ji serê sibê firokên Helîkopter liser bajarê kevin yê Mûsil difrin û stûnên dûkêlê bilind dibin, lê ew nizanin kanê ji encama bombarana firokan e, yan jî DAIŞ'e peqînan pêktîne.

Berpirsekê leşkerê Îraqê got, pêwîstî bi lêgerîn û paqijkirina bajêr heye, çekdarên DAIŞ'ê li herêmekê winda dibin û li herêmek din xweya dibin û êrîşan encam didin.

Wek tê zanîn roja Duşemê serk wezîrê Îraqê Haider Abadî ragihand bû ku Mûsil ji şekdarên DAIŞ'ê hatîye rizgarkirin û ev derbeyek mezine li dij rêxistina dewleta Îslamê DAIŞ'ê.

XS
SM
MD
LG