Lînkên eksesibilîtî

Serbest Tirwanişî: Ewa li Kerkuk Qewimî Dubare Nabe


Serbest Tirwanişî Berpirsê Liqê Yek Yê Partî Demokratî Kurdistan PDK

Piştî hêzên leşkerê Îraqê û Heşda Şaabî Kerkuk û hin herêm wê girtin, raportan ji herêmê ragihandin ku, hêzên ewlekarîya Îraqê li herêma Deşta Mûsil gihane Başîkê û amadekarî hene bo girtina gelek herêman li dewrûberên Mûsil, Serbest Tirwanişî berpirsê Liqa Yek ya Partî Demokratî Kurdistan"PDK'ê ku, nihe li eniya şer li herêma Başîkê-Ba'şîqe dimîne, gote Dengê Amerîka, neraste hêzên Îraqê giha bin Başîkê û ew herêm her hemû di destên hêzên Pêşmergê herêma Kurdistanê de ye.

Tirwanişî da zanîn ku, liv û tevgera leşkerê Îraqê heye û amadekariyên êrîşê dikin, herwiha got" herçende hêzên Îraqê bi çekên ku Amerîka bo jinavbirina DAIŞ'ê dabûn Îraqê niha wan li dij xelkê Kurdistanê bikar tînin", Tirwanişî dîsan got "ya li Kerkukê qewimî dubare nabe" û hêzên Pêşmerge dê liber xwe bidin.

XS
SM
MD
LG