Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îdrîs Şaaban: Heşda Şa'ibî Jiber Gefên Tirkiyê Êrîşa Ser Talaafer Radiwestîne


Idrîs Şa'ban Xefar, endamê Fermnda Duhok ya hêzên Pêşmergan
Idrîs Şa'ban Xefar, endamê Fermnda Duhok ya hêzên Pêşmergan

Roja 17î meha borî operasiyona rizgarkirina bajarê Mûsil ji aliyê hêzên leşkerê Îraqê û hêzên Pêşmergên herêma Kurdistanê bi hevkariya hêzên hevpeymanan hat destpêkirin.

Piştî du heftiyan ji operasiyonê hêzên Îraqê gehiştin hind tax û herêman di nav bajarê Mûsilê de, li gur raportên ji eniya şer tên didin zanîn ku, dewrûberên Mûsil bi temamî ji hemû aliyan de hatiye dorpêçkirin, lê bi tenê eniya rojava bajarên weke Talafar, Baduş û hind herêmên sinorî li gel Sûriyê hêj di destên çekdarên DAIŞê de mane.

Derheqa bêdengiya li eniya rojavayê Mûsil, pişka Kurdî ya Dengê Amerîka hevpeyvînek li gel, endamê fermanda Duhok ya hêzên Pêşmergên Kurdistan Pêşkar (Muqedim) Îdrîs Şa'ban Xefar encam da, birêz Î.Şaaban da zanîn ku berî çend rojan Heşda Şaabî dest bi operasiyonekê kir bû bi armanca rizgarkirina bajarê Talaafer, lê pilana Heşda Şaabî rawesta jiber "gefên Tirkiyê",.

Herweha sedemê duyan yê bêdengiya li eniya rojavayê rûbarê Dîcle û rojavayê Mûsil, fermandar Îdrîs dibêje jiber ku, herêmeke berfireh û asê ye, kontrolkirin û parastina wê jibo demek dirêj zehmete, herweha got, hevkariyek bihêz di navbera hêzên Îraqê û hêzên pêşmergên Kurdistanê di şerê Mûsil de heye û bi hevkariya hevpeymanan hêzên leşkerê Îraqê û hêzên Pêşmergan pêşkeftinên baş bidest xistine.

Hevpeyvîn li gel Pêşkar (Muqedim) Îdrîs Şaaban Xefar
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:09 0:00

XS
SM
MD
LG