Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şerê Rizgarkirina Mûsil Berdewam Dike


Serokwezîrê Îraqê Heyder Abadî ragihand ku doh bişev operasiyona rizgarkirina Mûsil hat destpêkirin, Abadî daxwaz ji xelkê bajarê Musil dike da ku, hevkariya hêzên Îraqî bikin.

Serê sibeya roja duşemê bi riya kenalê fermî yê dewletê al-Iraqiya serok wezîr Abadî gotarek pêşkeş kir û da zanîn ku, di demek nêzîk de dê ahengên serkeftinê li nava bajarê Mûsil hên lidarxistin.

Abadî herweha got berî çend rojan hind hewildan hebûn daku, şerê rizgarkirina Mûsil bihê paşxistin, lê van hewildanan şikestin xwar, herweha zelal kir ku, bi tenê hêzên Polis û leşkerên Îraqê dê herin nav bajarê Mûsil.

Piştî gotara serokwezîrê Îraqê, wezîrê berevaniya Amerîka Ash Carter daxuyaniyek kurt da raya giştî da zanîn ku, Amerîka û hemî hevpeymanên din piştevanên hêzên Îraqî û pêşmergeyan e.

Herweha nûnerê taybet yê serok Obama di hevpeymaniya navnetewî ya şerê li dij DAIŞê Brett McGurk di hesaba xwe ya Twîterê de nivîsand "ew daxwaza serkeftinê ji hêzên leşkerê Îraqê, pêşmergan û xwebexşên Ninewa dikin, serbilindîn ku, di vê operasiyona dîrokî de em piştevaniya qehremanên Îraqî dikîn".

Nûçegihanê Dengê Amerîka ji eniya Xazir, Ahmed Zêbarî ragihand ku piştî daxuyaniya Abadî û bi fermî şerê rizgarkirina Musil hatî ragihandin, pêşmergên herêma Kurdistanê dest bi êrîşê kiriye.

Zêbarî ragihand ku heta niha hin herêm hatine rizgar kirin û hejmareke pêşmergan jiyana xwe ji destdane û hejmarek jî birîndar bûne. Wî da zanîn ku fermandarên hêzên pêşmergan nexwestin bi temamî hejmara qurbaniyan ragihînin.

Kerem kin çend dîmen ji şerên destpêkê yên rizgarkirina Mûsilê temaşe bikin.

XS
SM
MD
LG