Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Leşkerê Îraqê Banga Xweradestkirinê li Çekdarên DAIŞê Dike


Serfermandarên hêzên leşkerê Îraqê yên di astek bilind de bang li çekarên DAIŞ kir da ku çekê xwe danin û xwe radestî hêzên Îraqî bikin.

Ev banga serleşkerên Îraqî di wî çaxî de hat, dema hêzên ewelekariya Îraqî bi hevkariya hevpeymaniya navnetewî ya li dij DAIŞê dest bi rizgarkirina bajarê Musil kirine.

Fermandarê leşkerê Îraqê Talib Şaxatî li bingehê leşkerî yê nêzîk Musil doh êvarî jibo rojnamevanan axifit û da xweyakirin ku, nêzîkî 6000 çekdarên DAIŞ di bajarê Musilê de hene, lê neda zanîn kanê di nava wan de çend çekdarên biyanî hene.

Li aliyekî din berpirsên Kurd li herêma Kurdistanê û berpirsên Îraqî kampên koçberan amade dikin, nêzîkî 5000 kon vedane jibo wan koçberên ji şerê rizgarkirina Musil qesta cihên bi ewle dikin.

Roja Duşemê hêzên Îraqî bi hevkariya hevpeymaniya navnetewî ya şerê li dij DAIŞê dest bi operasiyona rizgarkirina Musil kir, tê texmînkirin ku ev şer bi heftiyan û mehan vekêşe û hejmareke zêde ya welatiyan ji sedema şer war û malên xwe bi cih bihêlin û qesta herêmên tena bikin.

XS
SM
MD
LG