Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Leşkerê Îraqê Digehe Nava Avahiyê Fermî yê Kenalê TV li Musil


Serokê saziya jinavbirina terorê li Îraqê, ji ajansa Reuters re gotiye, leşkerên Îraqî gihane di nava avahiyê kenalê Televizyona parêzgeha Mûsilê de.

Avahiyê ku ji aliyê hêzên leşkerê Îraqê de ji çekdarên DAIŞê hatî rizgarkirin, avahiyê fermî yê Televizyona bajarê Mûsil ye, piştî du heftiyên destpêkirina operasiyona rizgarkirina bajarê Mûsil ji çekdarên DAIŞ, ev dibe yekem pêngava giring û yekem avahiyê giring di nava bajarê Mûsil de ku ji aliyê hêzên leşkerê Îraqê de bihê rizgarkirin.

Wek tê zanîn bajarê Mûsil, bingeha sereke ya herî dawiyê ye li Îraqê li jêr kontrola çekdarên DAIŞê de, berî du heftiyan hêzên leşkerê Îraqê û hêzên Pêşmergên herêma Kurdistanê bi hevkariya hêzên esmanî yên hevpeymaniya navnetewî dest bi operasiyona rizgarkirina bajarê Mûsil kirine.

XS
SM
MD
LG