Lînkên eksesibilîtî

Leşkerê Îraqê li Mûsil Dijî Çeperên Dawiyê Yên DAIŞ'ê Şer Dikin


Dîmenên şer û pevçûnan li Bajarê kevin yê Mûsil

Ajansa Reuters îro Çarşemê ji bajarê Mûsil ragihand ku, leşkerên Îraqê bi cilên reş û di konên dîwaran re li çeperên dawiyê yên çekdarên DAIŞ'ê mêze dikin, yên ku, bi tenê herêmeke biçûk di dest Dewleta Îslamê de maye.

Niha bi tenê kavilê Minara Hedba û Mizgefta Nûrî bingehên leşkerê Îraqê û çeperên DAIŞ'ê ji hev cûda dikin ku, DAIŞ'ê hefteya bûrî minara Hedba, ya dîroka wê vedigere berî 850 salan teqand bû.

Leşkerên Îraqê bi riya konên di malan de hatine çêkirin derbas dibin, jiber ku, xanî pir nêzîkî hevin, riya otombîlên leşkerî pir zehmete ku di cadeyên wê herêmê re derbas bibin, herweha jiber bombebarana firokan, avahî biser hevde hatine û ziyanên mezin yên madî û giyanî bi xelkê wan taxan dikevin, weke Reuters dibêje.

Mûsil weke paytexta Dewleta Îslamê DAIŞ'ê li Îraqê tê naskirin, niha hejmareke kêm ya leşkeran bi meş û liser piyan hewil didin hejmara çekdarên DAIŞ'ê yên mayîn di bajar de derbikin û kontrola temamî ya bajarê Mûsil bihê kirin.

Li bingeh û çeperên dawiyê li Mûsil, şerekê dijwar di navbera çekdarên DAIŞ'ê û hêzên taybet yên Îraqê de di qewimin, ku herdu aliyan şarezayî di warê şerên bajar û kolanan de peyda kirîne.

XS
SM
MD
LG