Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Abadî Destpêkirina Operasyona Mûsilê Radigihîne


Hêzên Îraqî ber bi Mûsilê ve diçin

Ajansa Reuters ji zarê Serokwezîrê Îraqê Heyder Abadî berî demeke kin ragihandu ku operasyona rizgarkirina Mûsilê, ku wek navenda DAIŞê a li Îraqê ye, destpê kir.

"Ez radigihînim ku operasyona qehremanî ya azadkirina Mûsilê ji terorê û zordarîya DAIŞê destpê kir," Abadî di gotara xwe ya televîzyonî de dîyar kir.

Abadî bi hazirbûna fermandarên arêşê ji gelê Mûsilê re got ku ewê di demeke nêzîk de li Mûsilê bicivin û rizgarkirina Mûsilê û gelê bajêr pîroz bikin.

Operasyona rizgarkirina Mûsilê ji alîyê koalîsyona bi pêşengîya Amerîkajî tê destkek kirin û dibe ku yek ji mezintirîn operasyona leşkerî ya piştî dagirkirina Îraqê ya di sala 2003an be.

Nûnerê taybet yê Serok Obama di koalîsyona navnetewî de, Brett McGurk di hesaba xwe ya Twitterê de mesajek li ser operasyona Mûsilê weşand.

"Em serbilind in ku di vê operasyona dîrokî de li kelêka we bisekinin,” McGurk got.

XS
SM
MD
LG