Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Îraqî bi Piştgirîya Pêşmergeyan Operasyona Dijî DAIŞê Destpê Kir


Hêzên Îraqî yên bi piştgirîya pêşmergeyan îro Pêncşemê li gundên başûrê rojhilata Mûsilê operasyoneke mezin li dijî DAIŞ'ê destpê kir.

Generalê pêşmergeyan Hussein Nooraldin ji VOA re got ku hêzên ji du tugayên Îraqî pêşengîya operasyonl dikin.

Di operasyonê de herwiha eşîrên Sunnî jî cîh digirin ku fermandarên pêşmergeyan hebûna wan di serkeftina operasyonê de gelek pêdivî dibînin.

"Em dixwazin wan gundana ji DAIŞê paqij bikin, jiber ku rêyeke navbera Mûsil û Kerkûkê ji wir derbaz dibin û Pira Qayyarah ya ser Çemê Dîclê jî li wê derê ye,” Nooraldin got.

Hêjayî gotinê ye, operasyon ji bajarokê Mexmur destpê kir ku du roj berê Marînekî Amerîkî di êrîşeke roketî ya DAIŞ'ê de lê hatibû kuştin.

XS
SM
MD
LG