Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Rojhilata Mûsil'ê di Êrîşeke Xwekuj de 4 Kes Dimirin


Artêşa Îraqê hemû taxên rojhilata Mûsil'ê bi dest xistine.
Artêşa Îraqê hemû taxên rojhilata Mûsil'ê bi dest xistine.

Erîşvanekî xwekuj, ku tê guman kirin çekdarê DAIŞ'ê ye, îro Înê dema firavînê xwe li restoranteke li rojhilata Mûsil'ê peqand.

Reuters'ê ji zarê çavkanîyên herêmî ragihand ku di êrîşa restorantê de herî kêm 4 kes hatine kuştin û 15 jî brîndar bûne.

Restoranta ku nav Seyîdetî el-Cemîla ye, li taxa el-Zuhur e ku ew tax ji aliyê hêzên Îraqî ve çend hefteyên berê ji dest DAIŞ'ê hatibû sitandin.

Artêşa Îraqê di Cotmehê de dest bi operasyona Mûsilê kiribû û piştî hemû taxên li rojhilata Çemê Dîjle xistibûn bin kontrola xwe, meha borî operasyon rawestandibû.

Berî vê êrîşa îro, li Mûsilê herî dawî di Berfanbar ya 2016'an de bi wesayîteke bombebarkirî êrîşek pêk hatibû ku 22 kes jîyana xwe ji dest dabû.

XS
SM
MD
LG