Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Îraqî li Bakurê Rojavayê Mûsilê Pêş Dikevin


Di vê fotoya arşîvê de hêzên Îraqî li Mûsilê xuya dibin
Di vê fotoya arşîvê de hêzên Îraqî li Mûsilê xuya dibin

Hêzên Îraqî di roja duyê ya ser hev de ji bakurê Mûsilê ber bi navenda bajêr pêşveçûna xwe didomînin ku DAIŞ’ê bi tevahî derxînin.

Dîmenên dron ku ji alîyê artêşa Îraqê ve li taxa Muşerfa hatin girtin, nîşan didin ku li wê derê berevanîyeke lawaz ya DAIŞ’ê heye, tevî ku li taxên din yên Mûsilê DAIŞ’ê bi dîwar, barîkat û makîneyan rê li ber hêzên Îraqî digirin.

General Welîd Xalîfa li taxa Hulayla ya rojavayê Muşerfa ji Reuters re got ku çekdarên DAIŞê hewil dan ku bi êrîşên xwekujî û bi êrîşvanên dûravêj pêşveçûna wan rawistînin.

Wî dîyar kir ku hêzên wî 30 çekdarên DAIŞ’ê kuştin û 5 makîneyên wê rûxandin, berî ku ew li dijî wan bêne xebitandin.

Di êrîşan de êrîşên esmanî yên Amerîkî di destnîşankirina makîneyên xwekujî û armancnegirtina cîhên ku sîvîl lê asê mane de, roleke girîng lîstin.

Jêderên xwecihî bal dikşînin DAIŞ niha tenê li goşeya bakurê rojavayê Mûsilê maye ku Bajarê Kevn û mizgefta el-Nuri ku DAIŞ’ê ji Tîrmeha 2014’an vir ve ala xwe lê daliqandibû, tê de cîh digirin.

XS
SM
MD
LG