Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmara Koçberên Mûsil'ê Digeheje 400.000 Kesan


Zarokên Mûsilî
Zarokên Mûsilî

Artêşa Îraqê li rojavayê Mûsilê pêşde diçe û hikûmetê jibo sîvîlên ku ji wî bajarî direvin li derê bajêr kampeke nû ava kir.

Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku hejmara sîvîlên ku ji neçarî ji Mûsil'ê koç dikin ewê bigihîje 400.000î.

Berdevkê Komîserîya Bilind ya Penaberan ya Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) Matthew Saltmarsh dîyar kir ku ew jibo zêdetir kampan ava bikin bênavber dixebitin.

''Li gor texmîna me 250.000 kes dê ji neçarî koç bikin. Di Cotmeha 2016'an de çaxa operasyona Mûsilê destpê kir, 217.000 kes bê war mabûn ku ji wan 160.000 vegerîyan malên xwe, lê yên din hîn koçber in'' Saltmarsh got.

Ji alîyê din ve, Artêşa Îraqê, di operasyona Mûsilê de gundê Elbu Suif jî ku li ber firîngehê ye ji dest DAIŞ'ê sitand.

XS
SM
MD
LG