Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bi Destpêbûna Operasyona Mûsilê NY Ser Krîza Mirovahî Hişyarî Dide


Wêneyeke arşîvê

Karbidestekî bilind yê Neteweyên Yekbûyî îro Duşemê radigihîne ku reng e gelek kes di nav vê hefteyê de jiber şerê destpêpkirî, ji Mûsîlê birevin.

Kordînatora mirovahî ya Neteweyên Yekbûyî li Îraqê Lise Grande hişyar kir ku heta mîlyonek kes dikarin aware bin û îhtîmal e krîzeke mirovahîyê derkeve.

Grande got, li gor agahîyên ku karbidestên leşkerî dane wan, ewê di nav pênc, şeş rojan de têkevin nav bajarê Mûsil û ew jî bibe sedema destpêbûna liv û hereketa sîvîlan.

Wê da zanîn ku Neteweyên Yekbûyî di hefteyên destpêk êde dikare awarebûna heta 200,000 kesan rêve bibe, lê hejmarên pirtir di hefteyên were de wê astengîyên girîng peyda bikin.

Operasyona rizgarkirina Mûsilê, tê texmîn kirin ku şerê here dijwar yê dijî DAIŞ’ê li Îraqê be û demeke drîk berdewam bike.

XS
SM
MD
LG