Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Îraqî Gelek Nêzîkî Bajarê Mûsilê Bûne


Karbidestên Îraqî radigihînin ku hêzên taybet yên Îraqî dest bi operasyona ser bajarê Mûsilê kir û ew tevî berxwedana çekdarên DAIŞ’ê li dervayê bajêr, hewil didin ku pêşdaçûna xwe didomînin.

General Sami al-Aridi got ku hêzên wan îro sibê ketine taxa Gojali ya Mûsilê û şerekî diwar li wê derê berdewam e.

Wî got, çekdarên DAIŞ’ê dîwarên beton li seranser bajêr çêkirine ku pêşdeçûna hêzên Îraqî rawistînin.

Firokên koalîsyona navnetewî jî bi êrîşên xwe rê li ber hêzên bêjeyî li taxa Gojali vekir û endamên DAIŞ’ê jî bi roketên antî-tank û RPG’yan bersîva wan dan.

Ev pêşdeçûna girîng du hefte piştî destpêbûna operasyona azadkirina Mûsilê tê ku hêzên
Îraqî û yên Kurdî, bi hevre dest bi operasyoneke berfireh kiribûn ku bajêr ji DAIŞ’ê paqij bikin.

XS
SM
MD
LG