Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştî Du Hefteyan, Operasyona Mûsilê Dîsa Destpê Dike


Sîvîl ji bajarokê Bartella ya rojhilata Mûsilê direvin
Sîvîl ji bajarokê Bartella ya rojhilata Mûsilê direvin

Hêzên ewlekarî yên Îraqî, piştî du hefteyan, îro Pêncşemê jinûve dest bi operasyona Mûsil’ê kir ku rojhilata bajêr ji destê DAIŞ’ê derxînin.

Di qonaxa nû ya operasyonê de hêzên piştevan jî tev li artêş, polîsan û hêzên dij-terorê bûn, piştî ku berxwedana DAIŞ'ê bû sedema kuştina gelek leşkerên Îraqî.

Di operasyonê de ku di 17’ê Cotmehê de destpê kiribû, pêşmerge û koalîsyona navnetewî jî piştgirî didin hêzên Îraqî.

General Welîd Xelîfa da zanîn ku li gor demên pêşîn ya operasyonê, ew niha rastî berxwedaneke lawaz tên. “Dijmin têk diçe û rojên jimartî mane ku em rojhilata Mûsilê têxin bin kontrola xwe," Xelîfa got.

Hêzên dij-terorê yên Îraqê vê gavê bala xwe didin rizgarkirina taxên Karama û Quds, lê Xelîfa bal kişand ku ew jiber hebûna sîvîlan hêdî hêdî pêşde diçin.

Neteweyên Yekbûyî texmîn dike ku hîn mîlyonek kes li Mûsil’ê dijîn û li gelek cîhan DAIŞ wan wek mertala zindî bi kar tîne.

XS
SM
MD
LG