Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Îraqî di Operasyona Mûsilê de Pêşdeçûnên Girîng Dest Dixin


Hêzên Îraqî li bakurê Mûsilê

Artêşa Îraqê, çekdarên DAIŞ'ê ji rojhilata Mûsil'ê derdixe û hêrêma di bin kontrola wê de zêdetir dike.

Hêzên taybet ên artêşê, piştî navbera rawestana du hefteyan do Pêncşemê li rojhilata Çemê Dîcle'yê dest bi operasyoneke bi dualî kirin û îro Înê jî li Taxa Quds'ê êrîş birin ser DAIŞ'ê.

Di operasyona dawî de koalîsyona bi pêşengîya Amerîka jî bi êrîşên esmanî piştgirî da hêzên ser erdê.

Mûsil bajarê herî mezin yê di bin kontrola DAIŞ’ê de ye û Artêşa Îraqê, jibo ku wir bi şûnde bistîne ji meha Cotmehê vir ve li wî bajarî operasyonên berfireh li dar dixe.

Hêjayî balkişandinê ye ku operasyon jiber berxwedana xurt ya DAIŞ'ê, nebûna tecrubeyên şer yên hin hêzên Îraqî û herwiha sîvîlên ku hejmara wan bi qasî mîlyonekê ye, du mehan dereng ketibû.

XS
SM
MD
LG