Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Rojavayê Mûsilê Pevçûnên Gur Diqewimin


Hêzên Îraqî li rojavayê Mûsilê
Hêzên Îraqî li rojavayê Mûsilê

Karbidestên Îraqî ragihand ku çekdarên DAIŞ’ê li rojavayê Mûsilê êrîşên nû li dar xistine ku hêzên hikûmetê, ew alîyê wî bajarî bi temamî ji destê rêxistina tundrê derxistibû.

Berdevkê Artêşa Îraqê Muhammed El-Xodarî da zanîn ku bi berbangê re kontrola herêmê jinûve bi dest xistine.

El-Xodarî ji Associated Press re dîyar kir ku hin çekdarên DAIŞ’ê roja Yekşemê piştî nîvro li Tanaq ya li rojavayê Mûsilê agir berdaye mal û wesayîtan.

Hêzên hikûmeta Îraqê di meha Gulanê de rojavayê Mûsilê ji DAIŞ’ê sitandibû.

‘’Ew êrîşa DAIŞ’ê nîşan dide ku dê di demeke nêz de li Mûsilê têk biçin, jibo ku têkçûna xwe veşêrîn û bala li ser wê belav bikin li hin cihên din êrîşan li dar dixînin.’’ El-Xodarî got.

Di 14’ê Hezîranê de DAIŞ bi zêdetirî 100 çekdar êrîş li dar xistibû û 11 polîsên Îraqî û 4 sîvîl hatibûn kuştin.

Hêzên Îraqî jibo ku Bajarê Kevn ya Mûsilê bistîne bi qasî 10 roj berê dest bi operasyonê kiribû. Artêşa Îraqê 9 meh berê dest bi operasyona rizgarkirina Mûsilê kiribû.

XS
SM
MD
LG