Hêzên Îraqî yên bi piştgirîya Amerîka îro Duşemê şerê çekdarên DAIŞ’ê kirin ku rêka firîngeha Mûsilê paqij bikin. Hêzên Îraqî di roja duyê ya operasyona bejeyî de, armanc dikin ku rojavayê Mûsilê ji destê DAIŞ’ê derxînin.
Ajansa Reuters radigihîne ku polîsên federalî û hêzên bijarte yên Îraqî pêşdeçûna xwe ya ber bi firokexanê didomînin ku girêdana çekdarên DAIŞ’ê yên wê derê bi gundê Elbu Said ya ser girê qut bikin.
Hêzên Îraqî plan dikin ku firîngehê jibo operasyona rizgarkirina beşa rojavayê Mûsilê wek bingeheke girîng bi kar bînin.
Jêderên leşkerî radigihînin ku mîlîtanên DAIŞ’ê li rojavayê bajêr dorpêçkirî ne û ligel xwe nêzîkî 750,000 sîvîl dîl girtine, piştî ku ew ji hêzên Îraqî ve ji rojhilata Mûsilê hatin derxistin.
Karbidestên Îraqî ragihand ku yekîneyên bijarte yên dijî-terorê jî ji rojavayê Mûsilê hatine veguhastin û di rojên were de şerên dijwar yên pêşbînî kirin.