Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mistura Amerîka û Rûsya Hişar Dike ku Agirbest Ber Hilweşînê Ye


Di vê demê de ku şerê li Sûrîyê gûrtir dibe, Nûnerê taybet yê Neteweyên Yekbûyî bo wî welatî Staffan de Mistura, jibo danûstandinên aşîtîyê bang li Amerîka û Rûsya dike.

De Mistura daxwaz ji her welatan dike ku di asta herî bilind de destkarî li rêkeftina sekinandina neyartîyan bikin da ku ew agirbest bikare bidome.

Wî hişyarî da ku peymana heyî vê gavê di qonaxa hilweşînê de y. Lê, rêberên serhilda dibêjin ku agirbest jixwe têk çûye jiber ku firokên hikûmeta Sûrî û yên Rûsî, li bakurê Helebê êrîşên esmanî li ser wan pêk tînin.

Rêxistina Doktorên Bê Sînor (MSF) îro bi daxuyanîyeke nivîskî ragihand ku di êrîşeke esmanî ya ser nexweşxaneyeke de, 14 sîvîl û 3 doktor şeva Çarşemê li nêzîkî Helebê hatine kuştin.

Berdevkê Wezareta Derve John Kirby got, ew ligel xem û fikarên de Mistura ye û daxwaz ji Rûsya kir ku giwaştinê li ser rejîma Esad bike ku sozên xwe cîh bîne.

XS
SM
MD
LG