Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Lîsta Kurdan di Hilbijartina Îraqê de Serketî Bû


Karbidestên hilbijartinê yên Îraqî dibêjin, di hilbijartinên parêzgeha Nînewa de, koalîsyona Kurdî kursîyên herî zêde qezenc kirin, lê nekarîn piranîyê dest bixin.

Komîsyona Bilind ya Hilbijartinê ragihand ku “Lîsta Biratîya” Kurdan 11 ji 39 kursîyên parlemanê qezenc kirin.

Lîsta Serokê Parlamenê, Osama Necefî yê Sunnî 8, lîsta Serokwezîr Malikî jî 4 kursî wergirtin. Kursîyên mayîn jî navbera partîyên biçûk hatine parve kirin.

Parêzgeha Nînewa bi Herêma Kurdistanê hevsînor e û kêmanîyeke mezin ya Kurdan lê dijîn.
XS
SM
MD
LG