Lînkên eksesibilîtî

Li Festîvala Muzikê ya Las Vegasê Êrîşeke Çekdarî Pêk Hat


Polîsên Amerîkî li cîhê êrîşê

Li festîvala muzikê ya Las Vegas ya Amerîka êrîşeke çekdarî pêk hat.

Berdevkekî nexweşxaneyê dîyar kir ku bi kêmî ve 50 kes hatine kuştin û 200 kesên din jî birîndar bûne.

Di wêneyên ajansan de dîyar dibe ku bi sedan kes hewil didin ku ji cîhê bûyerê birevin.

Êrîşa çekdarî li nêzî Otela Mr. Mandalay pêk hatiye.

Di hin vîdyoyan de, ku li ser sosyal medya hatine parve kirin, dengê çekên otomatik tê bihîstin.

Polîs bang li sîvîlên Las Vegasê kir ku ji cîhê bûyerê dûr bisekinin.

XS
SM
MD
LG