Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Myanmarê bi Hezaran Dijî Kudetayê Derdikevin Xwepêşandanan


Li Yangona Myanmarê îro Şemîyê bi hezaran kes derketin xwepêşandanan li dijî kudetaya vê hefteyê, û daxwaza azadkirina seroka hilbijartî Aung San Suu Kyi kir. Xwepêşandan bûn di demekê de ku înternêt ji alîyê jonta ve hatibû qutkirin.

Xwepêşanderan li bajarê herî mezin yê welêt durişmên wek”Leşkerê diktator têk biçe” û “ demokrasî bi ser keve” bang kir û pankartên dijî “zordarîya leşkeran” hildan.

Gelekan ji wan rengê sor li xwe kiribû, rengê partîya Suu Kyi ya Hevalbendîya Niştimanî ya ji bo Demokrasîyê, ku di hilbijartinên roja 8ê meha Mijdara sala borî de bi ser ketibû. Leşkeran encamên hilbijartinan red kirin û îdîaa kir ku sextekarî bûye.

XS
SM
MD
LG