Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Ewlekariya Myanmarê Aligirên Demokratiyê Gullebaran Dikin 5 Kuştî Hene


Proteso kirina Darbeya leşkerî li Myanmar
Proteso kirina Darbeya leşkerî li Myanmar

Roja Şemiyê hêzên ewlekariya Myanamrê yên girêdayî Junta leşkerî gulle berdan xwepêşanderên alîgirên demokrasiyê û 5 kes kuştin, di heman demê de, hêzên ewlekariyê givaştinên xwe li ser rikeber û rexnegirên blokkirina Înternêtê zêde dike.

Herçende ji roja 3ê Şibatê heta nihe 550 kes li ser destê hêzên ewlekariyê hatine kuştin, ji sedema darbeya leşkerî ya serê wê mehê pêkhatî, xwepêşandan heroj tên berdewam kirin, pirranî jî grûpên kêm li bajar û herêmên Myanmar di xwepêşandan de darbeya leşkerî û juntayê şermezar dikin.

Ajansa Now ya Mynamarê dide zanîn ku hêzên ewlekariyê li navenda welat li bajartê Monywa gulle berdane girseya xwepêşanderan 3 kes hatine kuştin, û li bajarê Bago zilamek hatiye kuştin, herwiha kesek din li Thaton li başûrê welat hatiye kuştin.

Xwepêşanderkî li Monywa ku nexwestiye navê wî bihê eşkere kirin gotiye peymanerê Aajansa Reuters "Dest bi gullebarandinê kirin, paşî bê rawestan bi bomebyên dengî û gellebarandinê dom kirin". Herwiha dibêje "Mirov paşde gav avêtin û bi lez ... bend danîn, lê guleyek li serê keseî ket ku li nêzîk min bû û di cîh de mir."

Lê Polîs û berdevkê Juntayê bersiv nedan telefona ku dixwestin derbarê bûyerê şirove bide.

Komela Alîkariya ji bo Girtiyên Siyasî koma çalakvan, serê sibeya Şemiyê got hêzên ewlehiyê 550 kes kuştin, 46 ji wan zarok in, ji dema ku fermandarên arteşê hikûmetek hilbijartî bi serokatiya Aung San Suu Kyi hilweşand.

Xwepêşandanên ku bi beşdarbûna deh hezaran kesan di rojên pêşîn yên nerazîbûnê de li bajarên mezin pêkhatbûn bi piranî hatin rawestandin piştî ku "mitîngên gerîla" hatin destpêkirin, ku komikên biçûk in, bilez bergiriyê li dij hêzên ewlekariyê pêktînin û xwe hinda dikin, berî ku hêzên ewlehiyê bersivê bidin.

XS
SM
MD
LG