Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Artêşa Myanmarê Dest Danî Ser Rêvebirîya Welêt


Ajansa nûçeyan ya Reutersê îro Duşemê ragihand ku Seroka Myanmarê Aung San Suu Kyi û hin karbidestên din yên desthilatê serê sibê bi operasyonekê hatine desteser kirin.

Artêşa Myanmarê dîyar kir ku wê dest danîye ser rêvebirîyê û bo salekê rewişa awarte ragihandiye.

Ew operasyon, piştî girjîya di navbera hikûmeta sîvîl û artêşê de çêbû ku ew demek e li Myanmarê îhtîmala darbeyeke leşkerî jî dihat axaftin.

Kanala hêzên çekdar yên Myanmarê dîyar kir ku desthilata welêt ketiye destê berpirse artêşê Min Aung Hlaing û bo salekê jî rewişa awarte hatiye ragihandin.

Artêşa Myanmarê da zanîn ku Suu Kyi û sîyasetkarên din jiber ‘’sextekarîyên di hilbijartinê de’’ hatine desteser kirin.

Partîya Suu Kyi, Yekîtîya Demokrasîya Neteweyî (NLD), di hilbijartinên Mijdarê de piranîya pêwîst ya bo avakirina hikûmetê bi dest xistibû, lê artêşê îdia kiribû di hilbijartinan de sextekarî çêbûye û ji hikûmetê xwestibû ku kombûna parlamanê paş bixe.

XS
SM
MD
LG