Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Myles Caggins Behsa Pêşketinên Dawî yên Şerê Têkbirina Daişê Dike


Sîrwan Qiçço û Myles Caggins
Sîrwan Qiçço û Myles Caggins

Peyvdarê koalisyona bi serkirdayetiya Amerîkî ya dijî Daişê kolonêl Myles Caggins di dîdareke taybet de li gel Dengê Amerîka behsa pêşketinên dawî yên şerê dijî Daişê kir.

Wî got ku Daişê di meha Remezanê de helmeteka terorê ragihandibû û serkirdeyên wan di wê helmetê de têk çûn, bi saya fişareke mezin ji aliyê Hêzên Sûriya Demokrat û hêzên ewlekariya Îraqê û Pêşmergeyan ve li herdû aliyên sînor.

Wî got:

“Di çend hefteyên borî de hêzên HSDê yên dijî terorê bi piştgiriya operasyonên taybet ên koalisyonê hejmarek serkirdeyên Daişê kuştin û girtin. Hêzên Koalisyon agahdariyan parve dike, piştgriya esmanî dabîn dike û di dema êrîşan de li gel HSDê dimîne. Di van êrîşan de, serkirdeyê Daişê yê bakurê Bexdayê xwe radestî me kir û serkirdeyê logistîk ê Daişê ku berpirsê qaçaxiya gurûpê bû û hin çekdarên din hatin kuştin.”

Di axaftina xwe ya li gel rojnamevanê Dengê Amerîka Sîrwan Qiçço de, Caggins bal kişand ser rola girîng a HSDê di vê derabrê de û got ev serkeftin bûn ji ber ku HSDê, di ber xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û herêmên ku koalison sala borî jê derketî de, berevaniyê dike .

Caggins got dê koalisyon berdewam be di piştgiriya HSDê de ji parastina xelkê li dirêjiya çemê Furatê, Hesekê, Dêrezorê, Qamişlo û cihên din ji gefên Daişê.

Peyvdarê koalisyonê di axaftina xwe de behsa terora Daişê di meha Remezanê de kir û got, “wan êrîş li dijî hêzên ewlekariyê pêk anîn, ziyan gihand cotkaran, bêderên xelkê şewitandin û bacên ne yasayî ji welatiyan standin, tenê da ku hin pereyan qezenc bikin û tirsê li nav xelkê belav bikin.”

XS
SM
MD
LG