Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Divê Karên Pêşî li Hember Nêçîrvan Barzanî Çi Bin?


Ji encamên hilbijartinên 30î Îlona 2018an li Herêma Kurdistana Îraqê Partî Demokratî Kurdistan PDKê di nava partiyên siyasî de, dengên herî zêde anîn û bû xwediya 45 kursiyên Parlamena Herêma Kurdistana Îraqê.

Roja 28î Gulana derbasbûyî parlamena herêmê pêşniyara destnîşankirina Nêçîrvan Barzanî weke Serokê Herêma Kurdistanê xiste dengdanê, di encam de ji hejmara 111 kursiyên parlamenê û amadebûna 81 endaman, 68 kesan dengê erê bikar anî. Bi vî awayî Nêçîrvan Barzanî weke Serokê nû yê Herêma Kurdistana Îraqê bo cara yekê ji aliyê parlamenê ve hat hilbijartin.

Roja Duşemê 10î Hezîranê di rêûresmek bi heybet de li hola Saad Ebdullah li Hewlêr paytexta Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî sonda yasayî xwar.

Nêçîrvan Barzanî kurê Îrdrîs Barzanîye û neviyê Mela Mistefa Barzanîye, bo mawekê dirêj, serokê Hikûmeta herêma Kurdistanê bû.

Nêçîrvan Barzanî piştî bû serokê Herêmê dikare çi guherîn encam bide, karên wî yên pêşîn çine, çi astengî di rêka wî de hene.

Heta çi ast Nêçîrvan Barzanî dê bikare Hewlêr û Bexda ji aliyekî û Hewlêr û Silêmaniyê ji alîyê din ve nêzîkî yek bike?Di rewşeke aloz ya ku herêm bi giştî tê de derbas dibe, Nêçîrvan Barzanî dikare rolek çawan bibîne? Ev pirs û gelek pirsên dî di bernama "Hest û Helwest" de, bi rojnamevan Sîrawan Qiçço re hatin gotûbêj kirin.

Hest u Helwest 11 06 2019
please wait

No media source currently available

0:00 0:29:24 0:00

XS
SM
MD
LG