Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nêçîrvan Barzanî Bû Serokê Nû yê Herêma Kurdistanê


Parlamana Herêma Kurdistanê îro bi dengdanekê bi 68 dengan Nêçîrvan Barzanî wek serokê nû yê herêmê hilbijart.

Di dengdanê de ji 111 hemî parlamanteran, 84 kes hazir bûn û 68 qanûndanêr bo Barzanî deng da.

Yekîtîya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) ku li herêmê partîya duyê ye, jiber lihevnekirinên sîyasî dengdan boykot kir.

Nêçîrvan Barzanî di sala 1966’an de hate dinê. Ew di kongreya dehan ya Partîya Demokrata Kurdistanê (PDK) ya sala 1989’an de wek rêvebirekî wê partîyê hat hilbijartin.

Barzanî di sala 1996'an wek cîgirê serokwezîrê hikûmeta Herêma Kurdistanê hat erkdar kirin û di 1999’an de bû serokwezîr.

Ew di Adara 2006’an de jibo rêbertiya kabîneya pêncan hat hilbijartin ku kabîneya pêşîn ya yekbûyî ya Herêma Kurdistanê bû.

Barzanî bi Nebîle Barzanî re zewicî ye û sê kur û du keçên wî hene. Ew xencî Kurdî, zimanê Farisî, Îngilîzî û Erebî jî dizane.

XS
SM
MD
LG