Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Nîjerê 23 Penaber di Dema Belavkirina Alîkarîyê de Hatin Kuştin


Penaberên li herêma Diffa ya Nîjerê (Arşîv)

Karbidestên Nîjerî ragihand ku herî kêm 23 penaberên Nîjeryayî îro Duşemê hatin kuştin, dema ew hewil didan ku li navendeke alîkarîyê xwarin û kinc wergirin.

Karbidestên xwecîhî yên Nîjerî ji Reutersê re ragihand ku penaberan li bajarokê Diffa ya Nîjerê ketibûn rêzê dema bûyera kuştinên bi rêka perçiqandinê çêbû.

Li gor Neteweyên Yekbûyî dora 250,000 kesên derbider li wê herêmê dimînin ku piranîya wan ji êrîşên mîlîtanên îslamî Boko Haram û komên din yên çekdar yên li bakurê rojhilata Nîjerya revîbûn.

Boko Haram pirtir ji deha sal in şer dike ku xîlafeteke îslamî li herêmê ava bike û çekdarên wê pir caran li Çad, Nîjer û Kamerunî jî êrîş pêk anîne û bi hezaran kes kuştine.

XS
SM
MD
LG