Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Polîsên Nîjeryayî 19 Qîz û Jin Rizgar Kirin


Karbidestên Nîjeryayî ragihand ku di operasyoneke polîsan de 19 qîz û jin li bajarê Lagosê hatine rizgar kirin.

Karbidestan da zanîn ku qîz û jinên azadkirî ji alîyê toreke ve hatibûn revandin ku werin avis kirin û zarokên wan werin firotin.

Karbidestan got ku qîz û jinên revandî di navbera 15 û 28 salî ne û bi soza peydakirina kar ji her derê Nîjerya hatine anîn.

Di operasyonê de herwiha 4 jî pitik (bebek) hatine dîtin.

Karbidestên Nîjeryayî hefteya borî jî pirtir ji 300 kesên dîlgirtî li bajarê Kaduna ya bakurê welêt rizgar kiribûn ku piranîya wan jin û zarok bûn.

XS
SM
MD
LG