Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Newt Gingrich Dawî li Kempeyna Xwe ya Seroktîyê Tîne


Serokê berê yê Senatoya Amerîkî Newt Gingrich

Berdevkekî berbijarê Komarî Newt Gingrich dibêje, Serokê berê yê Senatoyê kempeyna xwe ya jibo berbijarîya seroktîyê ya Komarî hefteya were bi fermî bi dawî tîne.

Berdevkê Newt Gingrich dibêje, piştî sekinandina kenpeyna xwe, birêz Gingrich dê piştgirîya Mitt Romney bike.

Mitt Romney piştî serkeftina xwe ya li hilbijartinên Connecticut, Delaware, New York, Pennsylvania û Rhode Island bang li Gingrich kir ku dem û dest kempeyna xwe rawestîne û piştevanîya wî bike.

Serokê berê yê Senatoya Amerîkî Newt Gingrich roja Çarşemê pênasînê kir ku Mitt Romney wê bibe berbijarê Partîya Komarî, di hilbijartinên seroktîyê de.

Bi alîyekî din ve, berdevkekî Serok Obama roja Çarşemî ragihand, kempeyna Serok Obama ya jibo seroktîyê wê hefteya tê bi fermî destpê bike.

Kempeyna Serok Obama ragihand, Serok Obama dê ligel hevjîna xwe Michelle li eyaletên Virginia û Ohio derkeve pêş gel.

XS
SM
MD
LG