Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

N. Y. Biryara Berbendkirina Firînê li ser Esmanê Lîbyayê pejirand


Civata Tenahî ya Neteweyên Yêkgirtî li New York.
Civata Tenahî ya Neteweyên Yêkgirtî li New York.

Civata Tenahî ya Neteweyên Yêkgirtî biryara berbend kirina firînê li ser esmanê Lîbyayê pejirand û rêk xweş kir ji bo bersing girtina leşkerî ya hêzên ser bi rêberê Lîbî Muamer Qezafî.

Deh endamên civatê roja Pêncşembî deng ji bo wê biryarê da û çi welatekî deng li dijî wê neda. Pênc endam di dengdanê de amade nebûn, ew jî Brazîl, Çîn, Almanya, Hindustan û Rûsya bûn.

Ew biryar desturê dide endamên Neteweyên Yêkgirtî ku bi hemû rêyên pêdivî, xelkên sivîl biparêzin, wek qedexekirina firînê bi ser esmanê Lîbyayê.

Ew biryar her wiha daxwaza agirbesteka yekser û bi dawî anîna hemû tundûtûjîyan li dijî xelkên sivîl dike.

Bi hezaran Lîbî hatine ser şeqamên bajarê Binxazî, yê bin kontrola serhildayan, ji bo dîyar kirina xweşhalîya xwe beramberî biryara Neteweyên Yêkgirtî.

XS
SM
MD
LG