Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlamenterîya Nûnera Wanê Nursel Aydogan Hate Dawî Kirin


Parlamenterîya Nursel Aydogan, nûnera Amedê li parlemana Tirkîyê, ku endama HDP’ê ye, jiber cezayekî kesînbûyî îro hate dawî kirin.

Biryara cezayê Aydogan di civata giştî ya parlemana Tirkîyê de hate xwendin û piştre parlemandarîya wê bi dawî hat.

Dadgeheke Tirkîyê cezayê 4 sal û 7 meh zindanê dabû Aydogan’ê û Dadgeha Bilind (Yargitay) jî ew ceza erê kiribû.

Berê jî parlamenterîya Hevserokê HDP’ê û nûnera Wanê, Fîgen Yuksekdag’ê, piştî ku cezayê wê ji alîyê Yargitay’ê ve hatibû erê kirin.

XS
SM
MD
LG