Lînkên eksesibilîtî

Piştî Biryara Dadgehê Nawaz Şerîf Dest ji Kar Berda


Serokwezîrê Pakistanê Nawaz Şerîf îro Înê dest ji kar berda, piştî ku Dadgeha Qanûna Bingehîn, jiber tawanên dizî û perexwarinê qedexe kir ku ew li ser kar bimîne.

Biryara dadgehê piştî lêpirsîneke 15 mehan ya derheqa samana malbata Şerîf hat ku di Belgeyên Panama 2015'an de derketibû ku hesabên bankê yên zarokên wî li welatên bîyanî hene.

Di wan belgeyan de eşkere bûbû ku zarokên Şerîf li bankên derve, xwedîyê hesabên curbicir in ku ew agahî di belgeyên fermi yên hikûmeta Pakistanê de nehatibûn tomar kirin. Hin diravên di nav wan hesaban de jibo kirîna xanîyan li Londonê hatibûn xebitandin.

Tevî ku Şerîf tim înkar kir ku wî tiştekî xirab kiriye, dadgeha bi pênc dadgeran bi yekdengî biryar da ku mafê Şerîf yê serokwezîrî were pûç kirin.

Dadgehê herwiha biryar da ku li hember qîza Şerîf, Meryem, zavayê wî Muhammad Safdar, Wezîrê Darayî Îshaq Dar û jimareke kesên din dozeke dizî û perexwarinê were vekirin.

XS
SM
MD
LG