Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Aborîzan Nurettîn Sonmez: Bêkarî lî Tirkîyê Zêde Dibe


Sazîya Îstatîstîk ya Tirkîyê (TUÎK) bi raporeke nû ragihand ku rêjeya bêkarî li Tirkîyê, di meha li gor sala çûyî 10.2 ji sedê û di Tîrmehê de jî 10.8 ji sedê bilindtir bûye.

TUÎK dide zanîn ku aniha li Tirkîyê 3 mîlyon û 315 kes bêkar in.

Aborîzan Nurettîn Sonmez dibêje ku di van salên dawî de rêjeya bêkarî, her ku diçe zêde dibe û wê yekê bi sîyasete hikûmetê ve girê dide:

“Sermaye nayê, sermaye direve. Lê hikûmet di şaşîyeke de ye û nizane sedema wê şaşîyê çi ye. Hikûmet carna dibêje krîz heye, carna jî dibêje qeyran tune. Ne dikare hebûna krîzê, ne jî nebûna wê qebûl bike.”

Sonmez bal dikşîne ser bê ewlebûna karkeran jî û dibêje ku di sîyasete Tirkîyê de qîymeta mirovan nemaye û heta niha pirtir jî pênc hezar karker jîyanên xwe hinda kirine.

Sonmez bergirîya hikûmetê ya beramberî enflasyonê jî rexne dike û dibêje ku pisporên aborîyê gavên hikûmetê wek şano dibînin.

“Rastî jî hikûmet vî alî de şano çêdike. Bi vî awayî ti kes nikare pêşî enflasyonê bigire.”

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:06:00 0:00

XS
SM
MD
LG