Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Komîta Parlamena Ewrupî Xelata Havel Da Keça Êzîdî Nadia Murad


Nadia Murad
Nadia Murad

Komîta Mafên Mirov ya Parlamenê Ewrupa ku bingeha wê li bajarê Starsburga Fransa ye, xelata bi navê Vaclav Havel roja Duşemê 10.10.2016an da keça Êzidî Nadia Murad ya ku weke çalakvaneka mafên mirovan tê naskirin û yek ji qurbaniyên civaka Êzîdî ya tawanên destên DAIŞê ye.

Xelata Vaclav Havel ji sala 2013an de ji aliyê civata yekêtiya ewrupa di parlamenê de didin wî kesî yê kû di warê mafên mirovan de çalakîyên bi qîmet encam da bin.

Vaclav Havel serokê berê yê komara Çek bû, ew kesatiyek naskirî yê berevnkarên mafên mirov bû li Ewrupa, parlamena Yekêtiya ewrupa ev xelat bi navê V.Havel didin çalakvanên mafên mirov yê ku karek baş di salê de pêk anî be.

Nadia Murad roja 23 Meha borî li civata giştî ya netewên yekgirtî peyvek pêşkeş kir bû xelata ew weke "Balyoza Niyetbaşiyê" hat ragihandin.

Nadia Murad yek ji wan keçên civaka Êzidî bu, yên dema girtina Şengal sala 2013an bi malbat ve ketbû destên çekdarên DAIŞê de, piraniya endamên malbata wê hatin kuştin û DAIŞê ew weke koleya seksî bikar anî.

Civaka Êzidî dilgiran bûn dema xelata Nobel ya Îsal nedan Nadia Murad, jiber ku wê gelek liber xwe da û tawanên çekdarên rêxistina dij mirovan DAIŞê eşkere kirin.

XS
SM
MD
LG