Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka, Meksîk Û Keneda Peymana NAFTA Gotûbêj Dikin


Serokê berê yê Amerîka Bill Clinton li Qesra Spî beşekî ji peymana NAFTA li 14î Îlona 1993 îmza dike.
Serokê berê yê Amerîka Bill Clinton li Qesra Spî beşekî ji peymana NAFTA li 14î Îlona 1993 îmza dike.

Welatên Yekbûyî yên Amerîka, welatê Keneda Û Meksîk, roja Çarşemê dest bi gotûbêjên derbarê çaksaziyan dike di peymana bazirganîya azad ya bakurê Amerîka "NAFTA" de, yaku sala 1994an pêkhat bû. .

Peymana NAFTA ya di navbera wan welatan de, hatbû îmze kirin, çaksaziya di wê de, armanca sereke ya serok Donalad Trump bû jibo gehiştina desthilatdarîyê.

Serok Trump NAFTA weke "Pêkhatina bazirganî ya herî xerab di dîrokê"de, bi nav kir, li gûr baweriya Trump, NAFTA li gûr şert û mercên bestina peymanê, ji sala 1994 an heta nûha, paşdamayîn û astengî di astê bazirganiya Amerîka de peyda kirine û koçberiya karmendan jî bandoreke xerab liser karsazî û bazirganiya Amerîka kirîye.

Amerîka li gûr danûstendinên roja Çarşemê dixwaze astengî û kêmasiyên di peymana di navbera hersê welatan de hene nehêle.

Hersê aliyên peymana NAFTA dê gelek civînan encam bidin, dixwazin heta dawiya îsal bigehin encamekê û rêforman derbarê xal û mercên peymanê pêk bînin.

NAFTA peymana bazirganî ya azade di navbera Amerîka, Keneda Û Meksîk de, li roja1î Çileya 1994an hat bû bestin, yek ji peymanên herî mezin e li cîhanê ya taybet bi bazirganiya azad, Peyman li çarêka dawiyê ya sala 1993an ji aliyê serokê berê yê Amerîka Bill Clinton ve, hat bû îmza kirin.

XS
SM
MD
LG