Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Namo Rostam: Hunermendên Kurd ji Aliyê Civak û Partiyên Siyasî ve Paşguh Mane


Hunermendê şêwekar Muhamad Salih Rostam Zade ( Namo) di sala 1964 li bajarê Bokan li Kurdistana Îranê ji dayik bûye .

Di slala 1988an ta 1993an, xwendina hunera şêwekariyê li peymangeha hunera ciwan li Tehranê xwend.

ji ber rewşa siyasî ya kurdên Îranê ew li herêma kurdistana Îraqê bijî bûye û li wir mamosteyê hunera ciwan e li peymangeha hunera bedew li Hewlêrê.

Endamê Sendîqa Hunermendên Kurdistanê ye.

Endamê encûmena hunera ciwan li ÎTehranê ye.

Ji salên 1995an ta 2020an gellek pêşangehên hunerî vekirin, him yên hevbeş û hin yên bi tenê .

Ji bilê hunera şêwekariyê , Namo hunera xweşnivîsên dike, karên Karîkator û instolêşin ( Hunera Nûjin bi Teknîkên cêwaz) jî.

Namo wek gellek ji hunermend û behremndên kurdan , zor û dijwariya jiyanê dikşîne bo belavkirina behremên xwe û beşdarîbûna çalakiyên hunerî li ser asta navdewletî.

Namo wek piraniya hunermendên kurdan bi doza miletê xwe ve girêdayî mane, û rewşa heyî ji nêzîk ve dişopîne, û di berhmên wî de diyar dibin.

Ew bawer dike ku huner dikare jiyanê geştir bike û dîroka miltan biguherîne û baştir bike, ji ber vê yekê ew hîna xebatê dike û berhmên ciwan û balkêş diafirîne.

please wait

No media source currently available

0:00 0:26:52 0:00


XS
SM
MD
LG