Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Baranên Dijwar Dibin Sedema Lehyan li Tennessee 4 Kes Mirin


Arşîv: Tennessean

Li eyaleta Tennessee ya Amerîka baranên ji nişka ve bûn sedema derketina lehiyan, avê da ser malan û kolanan, berpirsên herêmê 10an kes ji mal, apartmênt û ji otombîlan rizgarkirin, ji encama lehiyê roja Yekşemê 4 kesên mirî hatine dîtin.

Rêvebiriya Niştîmanî ya Çavdêrya Keş Û Hewayê li Tennessee demûdest rewşa awarte li bajarê Nashville, herwiha yê Brentwood, Franklin û Mt. Juliet ragihand.

Ajansa Keş û Hewayê di hesaba twîtera xwe da got"Ji kerema xwe di mal de bimînin û dernekevin."!

Rêvebiriya Nashville ya Agir Vemirandinê Û Navenda Rewşa Awarte di twîtan de gotiye wan li devera Davidson heta başûrê devera Williamson li hewara wan hemû kesên çûne yên ku daxwaza alîkariyê kirine.

Rêvebiriyê gotiye wan 34 çalakiyên rizgarikirina malan ji avê encam dane û pêwîstî bi vala kirina 18 malên din heye li herêma Nashville li gor daxuyaniya rojnamevanî ya Rêvebirê herêmê Todd Horton.

Cada 40 ya sereke ku diçe Nashville jiber avrabûnê beşekî wê hatiye girtin û polîsên berpirs ji tarfîkê bi rêya twîterê agahdarî dane şofêlan derbarê rêyên girtî û metrirsiyên lehiyê.

Polîsê bajarê Nashville di tîwtekê de gotiye wan laşê kesekî dîtiye di otombîlek jêr avbûyî de di cokekê de. Herwiha kesek din li yarîgeha golfê mirî dîtiye.

Piştî demekî polîsan dîsan da zanîn ku wan laşê 2 kesan, jinek û zilamekî li ser rêya daristanê ya kampa bêmalan li Nashville dîtine.

Ajansa Niştîmanî ya Çavdêriya Keş û Hewayê li Nashville ragihand ku tenê roja Şemiyê (14.6 cm) sentîmetrên baranê barîne, ev jî rêjeya herî blind ya baran barînê ye di rojeke biharî de û Çaremîn roja herî şihgirtinê ye di dîroka Nashville de. Piştî wê ji nîv şev pêde jî, bihosteke baranê barî ye.

Ji sala 2010 heta niha cara yekê ye ku asta ava çem û cûyan li eyaleta Tennessee ewqas bilind dibe ku di wê salê de 21 kes mir bûn û bihayê 1,5 mîlyar dolaran ziyan gehandbû Nashville.

Adar di dîrokê de ji bo hewa li Tennessee meheke aloz e. Adara borî, bahozan li Navenda Tennessee zêdeyî 20 kes kuştin û bêtirî 140 avahî hilweşandin.

XS
SM
MD
LG