Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Netanyahu Hişyarî Dide Îranê û Hîzbullahê


Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu îro Sêşemê hişyarî da Îran û Hîzbullaha Lubnanî ku Îsraîl dizane “çawa bergirîya xwe bike û bersîvdana gefên dijminên xwe bide”.

Gotinên Netanyahu piştî gefên rêberê Hîzbullahê Hesen Nasrallah tê, ku wî jî piştî êrîşa esmanî ya Îsraîlê soz dabû ku ewê tolê ji Îsraîlê hildin.

Di wê êrîşa Îsraîlê de 2 endamên Hîsbullah hatibûn kuştin.

Netanyahu herwiha peyam şand generalê Îranî Qasim Silêmanî ku wî bi plankarîya êrîşeke dronî ya dijî Îsraîlê tawanbar dike.

Hêzên ÎsraîÎî karîbûn êrîşa dronî ya ji hindurê Sûrîyê, bi êrîşeke esmanî rawestînin.

“Ji gotinên xwe agahdar be û ji wê jî pirtir hişyar be ku kiryarên çi rengî dikî,” Netanyahu bi berdewamî got.

Îsraîlê û Hîzbullah di sala 2006’an de katibûn çerekî ku mehek dewam kir, lê ji wê demê heta niha tixubê Îsraîl û Lubnanê aram e.

XS
SM
MD
LG