Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Radioya Îsraîlê: Îstîxbarata Îsraîlê li Pişt Êrîşa Elektronî Ya Ser Bingeha Natanz E


Dezgeha Natanz ya Îranê ya Navokî

Radioya giştî ya Îsraîlê roja Yekşemê li gor çavkaniyên Îstîxbaratî raihandiye ku Îsraîlê êrîşa Sayber ya ser bingeha Îranê ya Atomî Natanz encam daye.

Ajansa Reuter li gor radioya giştî ya Îsraîlê dibêje, li gor çavkaniyên Îstîxbaratê yên ku xwe nedane naskirin hatiye ragihandin ku endamên saziya Mossad êrîşa Sayber(Cyber) ya elektronî li dij dezgeha Natanz ya atoma Îranê pêkanîye.

Lê raporta radiyoyê nasnama çavakniyên Îstîxbaratê ne daye eşkere kirin.

Ji hejî bîrxistinê ye ku serê sibeya îro Yekşemê, hat ragihandin ku hêza elektirîkê ji dezgeha Natanz ya Îranê hatiye birîn ku pîtandina Uranyiumê lê pêktê û endamekeî parlemena Îranê jî ew kiryar bi karek têkderane bi nav kirbû.

Behroz Kamalwendî peyvdarê Saziya Navokî ya Îranê gotbû ajana Nûçeyan ya Faris "Serê sibeya îro Yekşemê hêza elektirîkê ji beşekî navenda Natanz hatiye qutkirin û sedema wê hêjî nayê zanîn."

Dezgeha Natanz yek ji bingehên sereke yên bernama navokî ya Îranê ye, amûrên li wêderê hene jibo pîtandina Uraniumê li gor peymana 2015ê hatine qedexe kirin. Beşê herî giring û hestiyar yên bingeha Natanz li jêr zemînê ne.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG