Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Dibêje li Kargeha Natanz Hilberandina Uranyumê Jinpûe Destpê Kir


Alî Ekber Salihî, serokê Rêxistina Enerjîya Atomî ya Îranê îro Înê got ku wan li kargeha Natanz jinûve dest bi dewlemendkirina uranyumê kiriye, piştî ku li wê derê peqînek çêbûbû.

"Em di nava saetekê de dora neh gram uranyuma ku bi % 60 dewlemendkirî çêdikin. Lê, divê em ser hûrgilîyan bixebitin ku wê bikin di saetekê de 5 graman. Hîngê emê bikaribin di asta % 20 de uranyumê hilberînîn,” Salihî got.

Ajansa Enerjîya Atomî ya Navneteweyî (IAEA) ya NY ku bingeha wê li Vîyana ye red kir ku derbarê ragihandina Îranê şîroveyan bike.

Welatên Rojava bi tirs in ku Îran jibo çekirina navokî uranyimê dewlemende dike, lê Tehran dibêje, programa wê ya navokî jibo mebestên aştîyane ye.

XS
SM
MD
LG