Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kemîneyên Amerîka Daxwaza Hikûmeteke Hevreng ji Biden Dikin


Hindîyên Sor ên Amerîkî hunderîya serokê hilbijartî Joe Biden dikin ku gaveke dîrokî bavêje û kesekî ji nav wan hilbijêre da serkirdayetîya êlên welêt di nav hikûmeta nû de bike.

O.J.Semans yek ji dehan berpirsên êlan û çalakvanên dengdanê ye li seranserî Amerîka, ku kar dike da niwêner Deb Haaland, ku demokrata New Mexico û endama Pueblo Laguna ye, bibe yekem Hindîya Sor wek wezîra navxweyî.

Afrîqîyên Amerîkî, Meksîkîyên Amerîkî, Asyawîyên Amerîkî, Hindîyên Sor û hin pêkhateyên din roleke mezin di alîkarîya serkeftina Biden de li beramber Trump lîst.

Li beramber wê alîkarîyê, ew dibêjin ku divê bal bê kişandin ser kêşeyên ku bandorê didin civakên wan û dixwazin kesên bêhtir niwêneratîya wan di desthilatê de bikin.

Haaland got wê tiştekî baş be eger Hindiyekî/e Sor bidin ber çavan û dibêje ku ew bala xwe dide ser karê xwe yê komgresê û hesta wê yekê dike ku ew” hin caran nayên dîtin”

XS
SM
MD
LG