Çînê roja Pêncşemê pêşnivîsa daxuyanîya dawî ya Hilcivîna NATO ya li Washingtonê rexne kir ku wek alîgir û 'nakokîyê diçîne' bi nav kir, jiber ku Pekînê mîna peydakerek dîyarker ya hewla şer ya Rûsyayê li Ukrayna pênase dike.
Di daxuyaniyên plankirî de herwiha hate gotin ku Pekîn bi domdarî ser Ewrupa û ewlehîyê kêşeyên sîstematîk çêdike.
Berdevikê wezareta derve ya Çînê Lin Jin îro li preskonferanseke dîyar kir ku ser krîza Ukraynayê, NATO berpirsiyarîya Çînê şaş dide xuyakirin, ku ne watedar e û bi nêta xirab tê kirin.
"Em bang li NATO'yê dikin ku bala xwe bide ser sedema bingehîn û encamên krîzê û li şûna tawanbarîyê, jibo aramîyê hizra pîvanên berbiçav bike," wî got.
Berdevikê mîsyona Çînê ya li YE jî ye ku pêşnivîs wek "ji tegihiştina serdema Şerê Sar û gotarên şerker," pênase kir û naveroka têkildarî Çînê jî tije provokasyon, derew, azirandin û rûreşkirin bi nav kir.
"Helwesta bingehîn ya Çînê ser kêşeya Ukraynayê, pêşvebirina danûstandinên aşitiyê û çareserîya siyasî ye, ku civaka navneteweyî bi berfirehî dipejirpejirîne û piştvanîyê dike," berdevk got.
Pekînê zêdetirî salek berê belgeyek bi 12 xalan pêşkeş kiribû ku ji bo bidawîkirina şer prensîbên giştî destnîşan dikir, lê ti hûrgulî eşkere nedikir.
Wê demê de hem li Rusya û hem jî li Ukrayna bi rengekî germ hat pêşwazî kirin.
Çîn bi dubarekî NATO’yê rexne dike girtiye û dijî berfirehbûna wê li nherama Asya-Pasîfîkê hişyarîyê dide û dibêje ev siyaseta hevbendîyê aramîya heremê têk dibe.
Rêberên Japonya, Koreya Başûr, Zelandaya Nû û Awustralya, ku di NATO de amade bûn, têkilîyên xwe bi hevbendîya lewlekarî re xurttir dikin, di navbera zêdebûna fîkarên li ser êrîşên Çînê li Derya Çînê ya Başûr.
Jêder:Reuters