Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NATO: Li Gor Daxwaza Trump Dê Leşkerên Îraqê Rahênan Bikîn


Berpirsên NATO, yên di asta bilin da, roja Sêşemê ji Bruksel dan xûya kirin ku hevpeymaniya NATO, hewil dide asta beşdarîya xwe ya di rêhênan kirina leşkerên Îraqê da zêde bike, da ku barê giran yê Amerîka sivik bikin, ku serkêşîya hevpeymaniya navnetewî dike li dij Deweleta Îslamê DAIŞê li Îraqê.

NATO û Hevpeymaniya li dij DAIŞê li Îraqê bi herdu erkên bêşer, bi perwerdeya leşkeran û şêwirmendiyê" radibe, bi armanca pêşxistina hêzên leşkerê Îraqê, lê herdu erk hatin rawestandin ji sedema aloziyên li herêmê çêbûn, piştî ku bi rêya firoka bê firokevan, Amerîka fermandarê leşkerê Qudist Qasim Sulêmanî, li nêzîk firîngeha Bexda ya navnetewî li roja 3ê meha Yek ya 2020an kuşt bû.

Piştî êrîşa Amerîka û kuştina berpirsê mezin yê Îranê, serokê Amerîka Donald Trump bang li NATO kir bû ya ku sala 1949ê hatî damezrandin jibo gefa leşkerî ya Yekîtîya Sovyetê ya wî demî bisonr bikin.

Trump got bû divê endamên NATO li Rojhilata Navîn xwe bihêztir bike, bê ku zelal bike kanê armanca wî çi ye.

Sekirterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg Sêşemê got, wezîrên Berevanî yên endamên NATO di nav da wezîrê berevaniya Amerîka Mark Esper roja Çarşemê li Bruksel dê pirsa bijardeyên NATO yên derveyî şerî li Rojhilata Navîn gotûbêj bikin û civîn dê 2 rojan dom bikin.

Jens gote rojnamevanan"em dê danûstendinê bikin ka NATO dikare çi bike" herwiha got, pêşî emê hewil bidin bi rezamendîya hikûmeta Îraqê leşkerên wan rahênan bikin.

Nûnera Amerîka li NATO Kay Bailey Hutchison got، hevpeymanî dîsan dixwaze bizane kanê jibo herêmê û Îraqê çi bihê kirin dê bi hev ra bişêwirin, bê ku behsa horgilîyan bike û got"Ez dibînim ku dê li gor daxwaz serok Trump tevgeriyan hebe".

Şanda Rahênankar li Îraqê ji Îlona 2018ê heta niha 500 kes in, ew tevlî leşkerên Îraqê nabin û li bingehên cûda ji leşkerên Îraqê dimînin.

Dîplomasiyan bo ajansa Reuters daye zelal kirin ku, dibe hejmara pisporên leşkerî yên welatên Rojavayî bo rahênanên li Îraqê bihê zêde kirin û bigihe 2000 kesan.

XS
SM
MD
LG