Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NATO Bang li Fransayê Dike ku li Afganistanê Bimîne


NATO Bang li Fransayê Dike ku li Afganistanê Bimîne
NATO Bang li Fransayê Dike ku li Afganistanê Bimîne

NATO bang li Fransayê dike ku operasyonên xwe yên fêrkirinê li Afganistanê bidomîne, tevî ku 4 leşkerên Fransî hefeya çûyî ji alîyê leşkerekî Afganî ve hatibûn kuştin.

Sekreterê Giştî yê NATO’yê Anders Fogh Rasmussen roja Pêncşemê got, jibo serkeftina wan li Afganistanê girîng e ku endamên NATO’yê li gorî plana vekêşana hêzên şerker û veguhastina desthilatê ya li sala 2014’an biryarên xwe bidin.

Nêzîkî 3.600 leşkerên Fransî li Afganistanê ne û piranîya wan li rojhilata welêt cîh bûne. Hemî hêzên Fransî li ber e li sala 2014’an ji Afgsanistanê derkevin.

XS
SM
MD
LG